Amed: Agirê daristanê yê li Licê hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê agirê ku bi daristanê ketibû piştî rojekê hat kontrolkirin.

Şeva borî li gundê Pêçarê yê navçeya Licê agir bi daristanê ket ku ji darên berûyê pêk dihat.

Piştî midexaleya tîmên agirvemirandinê agir hat kontrolkirin.

Li gorî zanyariyan di encama de nêzîkî 18 hektar zeviyên çandiniyê û 11 hektar qada daristanê şewitiye.