Li Dêrsimê çalakiya karkerên tekstîlê berdewam e
Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 17 karkerên Fabrîqeya Peri Tekstilê bi îdiaya ku mafên xwe wernegirtine dest bi grevê kirin û di konê ku li hemberî fabrîqeyê vedane de çalakiya xwe didomînin.
Li aliyê din, xwediyê kar jî îdia kir ku karker ji kar nehatine derxistin, ti mafekî wan ê ku bistînin tune ye û wan bi xwe dev ji kar berdaye.
Fabrîqeya Peri Tekstilê yekane fabrîqeya tekstîlê ya Dêrsimê ye û berheman hinardeyî Ewropayê dike. Li fabrîqeyê 120 karker dixebitin.
Nûnerê BIRTEK-SENê û karker îdîa dikin xwediyê kar neheqiyê dike.
"Di navbera hevalan de ji ber şaşfêmkirinekê pirsgirêk derket"
Karker Muhlise Kaya sedema jikarderxistina xwe wiha anî zimên: "Di navbera hevalan de ji ber şaşfêmkirinekê pirsgirêk derket.
Paşê em ji aliyê xwediyê kar ve ji kar hatin derixstin. Ev çend roj in çalakiya me ya li bin kon berdewam dike.
Heta ku mafên me werin dayîn em dê çalakiyên xwe bidomînin. Lê belê xwediyê kar heta niha gav neavêtiye."
"Divê li kargehê bihata çareserkirin"
Nûnerê BIRTEK-SENê Kadir Ulaş jî wiha got, “Ji ber pirsgirêkeke biçûk ya di navbera karkeran de mijar mezin bûye.
Li kargehê divê bihata çareserkirin lê xwediyê kar heqaret li karkeran kiriye.
Karkeran jî gotiye êdî ev rewş nayê qebûlkirin û ji ber neheqî zêde bûne dest ji kar berdaye.
Lê piştî wê bi rojekê dîsan çûne kar û lê karsaz gotiye hûn nema dikarin kar bikin.”
Serokê Lijneya Birêvebiriya Perî Tekstîlê Selçuk Bozkurt berovajî îdîayên nûnerê sendîkayê û karkeran, dibêje karkeran bi xwe dest ji kar berdaye.
"Ti neheqî li wan nehatiye kirin"
Selçuk Bozkurt ragihand ku sendîka û karkeran bi îdîayên ne rast ew tohmetbar kirine lê derketiye holê ku tiştekî wiha nîne û wiha pê de çû:
"Me bi xwe ew karker ji kar dernexistine, ew bi xwe çûne. Ti neheqî li wan nehatiye kirin.
Dema hevalên me ji kar derketin piştre bi karê sendîkayê vegeriyan û bi îdîayên ne rast wekî ku ti mafekî wan nîne û pareyên xwe nagirin em tohmetbar kirin û gilî kirin.
Piştî wê, markayên ku me bi wan re kar dikir, yên Ewropayê bo lêkolînê hatin kargeha me û tiştekî bê usul nedît. Niha em karê xwe berdewam dikin.”
Perî Tekstîlê ya dirûtina cilûbergan tekane kargeha li parêzgehê ye ku berhemên xwe hinardeyî welatên Polonya, Almanya, Fransa, Rûsya, Romanya û Komara Çekê dike.
Di sala 2017an de hatiye avakirin û piraniya wan jin zêdeyî 120 karker li kargehê dixebitin.