Diyanet bi 8 zimanan xutbe diweşîne lê Kurdî nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser malpera Serokatiya Kar û Barên Diyanetê ya Tirkiyeyê xutbeya înê bi 8 zimanan tê weşandin lê di nav wan de Kurdî nîne.

Serokatiya Karûbarên Diyanetê xutbeyên înê bi zimanên Tirkî, Erebî, Îngilîzî, Rûsî, Almanî, Spanî, Frensî û Îtalî diweşîne.

Lê belê nebûna Kurdî di nav wan zimanan de li ser medyaya civakî rastî nerazîbûnan hat.

"Paşê dibêjin çima Kurd xwe girêdayî vir hîs nakin"

Psîkiyatrîst Prof. Dr. Veysî Çerî jî bertek nîşan da û got:

“Bi Rûsî, Almanî û heta Frensî jî di nav de bi 7 zimanan xutbeya înê heye lê Kurdî nîne.

Paşê hinek dibêjin, ‘Kurd çi dixwazin, çima xwe bi vir ve girêdayî hîs nakin’ û dikevin krîza histeriyê. Eger mele wisa bike, gelo cemaet dê çi bike.”