Li Erzinganê qeza: 3 mirî û 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, di qezayê de 3 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Sêwaz-Erzinganê du otomobîlên ku hîn jî navên şofên wan nayên zanîn, li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendrime çûn cihê qezayê.

Di qezayê de 3 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.