Kurdên Rojhilata Kurdistanê bo koçberên êzîdî alîkarî gihandin Kurdistanê

Slêmanî (Rûdaw) - Ji bilî hevkariyên rojane ku digihîjin kampên penaberan, vê carê jî Kurdên Rojhilatê li welatê Norveçê bi navê ‘Yekîtiya Binemalên Kurdistanî’ 10 milyon dînarên Iraqî (8 hezar û 500 dolar) kom kirin û ev pere ser malbatên koçberan hate belavkirin.

 

Piraniya malbatan ku ji çiyayê Şengalê koçber bûne, gelek endamên wan hê negihîştine wan û ji aqubeta wan bêagahîne. Yek ji wan Qeyser e ku qasê mehek li Çiyayê Şengalê maye. Ji bilî dê û bavê xwe yên nexweş nekarîne endamên dîtir ên malbatê rizgar bikin û 9 endamên malbatê li Çiyayê Şengalê mane. Wergirtina ev pereyên ku ciwanên Rojhilatê kom kirine dê pêdiviyên wan ên zerûrî bicih bîne.

 

Di nava Kampê E’rbeta de 110 malbatên êzîdî û şebek niştecî bûne û bo her malbatek 90 hezar dînar (75 dolar) dikeve. Her wiha ev alîkarî bi rêya Dezgeyê Xêrxwazî ya Barzanî gihîşte wan koçberan.