Li Rihayê xwarina tirîtê di taştê de zêde bûye

15-09-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Riha Taştê Tirît
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ku çanda wê ya xurek dewlemend e bi sarbûna hewayê ji berê zêdetir tirîtê di taştê de dixwin.

 

Li bajarê ku dibêjin Hezretî Îbrahîm lê jiyaye û ji ber vê dibêjin "Sifre û bereketa Xelîl Îbrahîm" xwarin û xurekên herêmî hem çavan hem jî zikan têr dikin. Tirîta ku li ber jibîrkirinê ye jî sifreyên taştê dixemilîne.




Amedkarina tirîtê gelekî zor e. Kêmzêde 12 saetan goştê berxan, hestû tên kelandin bi ava wan, nanê loş, mast û sîrê tirîtê tê amadekirin. Her diçe li bajêr hejmara hosteyên tirîtê kêm dibe. Her roj danê nimêja sibê dest bi pêşkeşkirina tirîtê dikin û beriya nîvro tirît xilas dibe.


Ji ber ku di hewayên sar de quwetê dide bedena mirovan di van deman de zêde tê xwestin, ziyaretvanên tên bajêr jî eleqeyeke mezin nîşanî tirîtê didin.




Şukru Bayram ê 54 salî yê ku 32 sal e li navenda bajêr hostetiya tirîtê dike diyar kir ku ew xwarina ji kal û bavê wan maye, bi sedan sal e tiştên dixin nav naguhere.




Bayram derbarê çêkirina xwarinê de wiha got: “Tirît ji goşt û hestûyan tê çêkirin. Em goşt dixin qazanan û paşê didin ser agir. Kêmzêde 12 saetan dikele. Em êvarê didin ser agir hetanî ber destê sibê dikele. Jixwe şebeqê goşt û hestû ji hev da dikevin. Em paşê goşt û hestûyan ji nav hev derdixin, ava goşt parzûn dikin. Nanê loş, mastê sîrkirî û ava goşt bi hev re didin ber mişteriyên xwe. Hema bêje di saet 10.00an de xwarin xilas dibe. Piştî xwarin xilas dibe bixwazin jî êdî xwarin çênabe dibê li benda sibê bisekinin. Lewra tirît dema ji 12 saetan kêmtir bikele nayê ser tehma xwe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst