Çekdarê reviyayî û kujerê du endamên Asayişa Minbicê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlekariyê li herêma Minbicê çekdarê reviyayî ê bikujê 2 endamên Asayişa Minbicê piştî du rojan bi birîndarê girtin.
Beriya sê rojan li bajarê Minbicê çekdarekî DAIŞê bi navê Ebdilrehman El-Hecî ku girtî bû, xwe nexweş kiribû û dema ku ew biribûn nexweşxaneyê çeka endamekî asayîşê jê standibû û teqe li wan kiribû û reviya bû
Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di encama teqekirinê de 2 endamên wan ku ew çekdar biribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane û çekdarê DAIŞî jî reviyaye.
Asayişa Rêveberiya Xweser nasnameya her du endamên xwe jî aşkere kir ku li Minbicê canê xwe ji dest dan nasnameya wan wek “Înas Mihemed Elî” û “Hesen Xalid Osman” ragihand.
Piştî bûyerê ji bo girtina wî çekdarê reviyayî û bikujê du endamên Asayişê, hêzên Asayişa Minbicê û Hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ketin nav tevgerê û operasyonek taybet destpê kirin.
Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê roja Çarşembê 14ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan çekdarê ku reviyabû li taxa El-Hezwanê ya başûr rojhilatê bajaê Minbicê girtin.
Li gor daxuyaniyê, ji ber ku wî çekdarî nedixwest xwe radest bike, bi guleyekê hatiye birîndarkirin û paşê hatiye girtin.
Tebaxa 2016ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê) bajarê Minbic û derdora wê ji dest DAIŞê rizgar kirin û piştre rêveberiyeke sivîl ji bo herêmê hat damezrandin.