Li Rihayê 2 otomobîl li hev qelibîn: 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzageha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, 5 kes birîndar bûn.

Li ser rêya GAPê ya li nav bajarê Rihayê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.

Dîmenên qezayê ji aliyê kameraya wesayîtekê ve hatin girtin.