Li Mûşê agir bi malekê ket, kalekî 71 salî mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi maleke du qatî ket û kalekî 71 salî mir.
Li gorî agahiyan, şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi mala Kutbettîn Bursal ket ku bi tenê dijiya û ji ber nexweşiya xwe di nava nivînan de dijiya.
Li ser agahdarkirina cîranan tîmên agir vemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin lê Kutbettîn Bursal canê xwe ji dest da.
Tîman termê wî ji bo karên otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.