EFRÎN - 'Daristan tên tunekirin û avahî tên lêkirin'
Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê "dar tên birîn û li şûna wan avahiyên nû tên çêkirin."
Endezyarekî avasaziyê ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, "dar û daristan bi awayekî berfireh tên birîn û li şûna wan avahiyên qaçax tên avakirin."
Heman çavkaniyê da zanîn ku bi taybetî li herêmên rojavayê Efrînê ku deverên daristanî û çandinî ne, dar tên birîn û zevî ji bo avakirinê tên amadekirin.
Heman çavkaniyê got, “Li navenda bajarê Efrînê jî li hinek deverên ku avahî lê qedexe bûn, niha bi awayekî neyasayî avahî tên çêkirin.”