Li Qersê çendîn cor penîr tên berhemanîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserî Qersa Bakurê Kurdistanê çendîn cor penîr tên berhemanîn. Penîrê Gravyer jî yek ji wan e. Çêkirina vî corê penîr ji penîrên asayî hinek cuda ye.
Destpêkê şîrê ajelên ku li mêrg û zozanên Qersê çeriyan e di beroşên mezin yên sifir de tê havênkirin û piştî kelandina 4 demjimêran dibe penîr.
Piştre ev penîr di makîneya presê 24 demjiran tê dewisandin û 10 rojan di hewizên avê de dimîne. Piştî vê proseyê demekê dirêj di depoyên sar û germ de tê ragirtin û digihije ber destê kiryaran.
Melih Turgut, Firoşkarê Penîr, dibêje, “Îsal firotina berhemê nû yê Gravyerê me destpêkir. Berî niha me tekelek jê birî. Daxwazeke zêde ya xelkê li ser heye. Her ku diçe daxwaza li ser berhemên xwezayî û bi kalîte zêde dibe. Em berhemên xwe bi kargoyê dişînin bo çar aliyên Tirkiyê.”
Parêzgeha Qersê ji bo xwedîkirina ajelan cihekî guncaw e û beşeke zêde ya xelkê wê ajeldariyê dikin. Di salên derbasbûyî de li vê parêzgehê derdora 500-600 tonên şîr dihatin dotin . Lê îsal hişkesaliyê bandor li ser rêjeya şîr jî kiriye. Ev yek jî bivê nevê bandorê li ser nirxê penîr dike.
Melih Turgut, Firoşkarê Penîr, dibêje, “Li devera me hişkasaliyê bi rastî jî bandor li ser berhemanînê kiriye, rêjeya şîr gelekî daket, ji ber vê yekê niha kîloya gravyerê me derdora 120 lîreyan tê firotin, kaşarê kevin bi 55-60 lîreyan kaşarê nû jî 47-53 lîreyan tê firotin.”
Li seranserî parêzgeha Qersê 57 kargehên berhemanîna penîr hene. Li gor amarên Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Qersê di sala 2020an di wan kargehan de 70 hezar ton penîr hatiye berhemanîn, lê îsal ji ber sedemên hişkesaliyê berhemanîna penîr bo 50 tonan daketiye.