Ciwanên Rojavayê Kurdistanê koçî derveyî welêt dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên nava ENKSê, behsa hinek sedemên navxweyî û derve dikin ku ciwanan neçar dikin ji welatê xwe derkevin lê Rêveberiya Xweser û PYD, bêyî ku ti sedemeke navxweyî bibîne, zêdetir Tirkiye tometbar kir ku ciwanan neçarî koçberiyê dike ji bo ku grûpên çekdar li cihê wan bicî bike. Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê welatê xwe vala nekin.
Ew helwest jî piştî vê yekê hatin ku berî du hefteyan 2 belemên koçberên ji bajarê Kobanî li peravên Cezayirê binav bûn û di encamê de 18 kes bûne qurbanî.
Demek e diyardeya koçberiyê ji Rojavayê Kurdistanê bo Ewropayê di nava xelkê de belav bûye, bi taybetî di nava ciwanan de ku bûye sedema canjidestana hejmareke zêde ya ciwanên Kurd, li nava daristanan, li ser rêya koçberiyê û li nava deryayê.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî Sûriye ku partiyeke nava Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûrî (ENKS) ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hinek sedemên koçbûna ciwanan eşkere kir.
Serkirdeyê Partiya Yekîtî Kurdistanî Sûriye Ednan Bozan got, “Ya yekemîn, gefên Tirkiyê û nebûna aramiyê li herêmê, kiryarên PYDê li dijî xortan, revandina zarokan û leşkeriya neçar, qedexekirina xwendina fermî û ji aliyekî din ve rewşa aborî ya xirab sedemên koçberbûna ciwanan e.”
Serkirdeyekê Partiya El-Wehdê ji Kobanî ji Rûdawê re behsa bandora koçberiyê li ser Rojavayê Kurdistanê kir.
Serkirdeyê Partiya El-Wehdê Muslim Şêx Hesen anî ziman, “Diyardeya koçberkirinê ya gelekî kirêt e. Hêvî û armanca dewleta Tirk û rejîma Sûriyê ye. Ji ber ku bi salan e li ser vê projeyê dixebitin ku gelê Kurd ji deverên wan ên dîrokî koçber bikin. Loma hêvî û armanc ew e ku gelê Kurd bi ax, gund û bajarên xwe ve werin girêdan û dev jê bernedin.”
Li aliyê din Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD daxwaz ji ciwanan kir dest ji axa xwe bernedin û koçber nebin.
PYD bi daxuyaniyekê wiha ragihand, “Em sersaxiyê ji malbatên kesên xeniqî li Cezayirê re dixwazin ku piraniya wan xelkê Kobanî ne. Dijminên Kurdan wan koçber dikin, dikujin û hejar dikin daku navçeyên Kurdnişîn vala bikin û demografya wan biguherin. Tirkiyê xelkê neçar dike koçber bibin daku grûpên terorîst li cihê wan niştecî bike bi navê vegerandina koçberan. Tirkiyê navçeyên Rojava topbaran dike da ku xelk neçar bibe koçber bibe. Tirkiyê bihevahengî li gel Rêjîma Sûriyê Rojava dorpêç dike da ku keresteyên pêwîst neghên xelkê. Dijminên Kurdan bi awayekî sîstematîk qaçaxçiyan bikar tînin, pereyên Kurdan talan dikin da ku bighînin Ewropayê, lê wan ber bi mirinê ve dibin. Em daxwazê ji ciwanan dikin dest ji axa xwe bernedin û kar jibo avakirina welatê xwe bikin û ji aliyê simsaran ve neyên xapandin. Em dê karekî cidî bikin ji bo rê li pêşiya vê bûyerê bigirin.”
Hefteya borî du belemên koçberên bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê li nêzîkî perava bajarê Wehranê yê Cezayirê binav bûn ku dixwest ji wir biçin Ewropayê, di encamê de 18 kes bûne qurbanî, heta niha cenazeyên 11 kesan hatiye naskirin û kesên din jî hîn winda ne.
Rêxistina Human Rights Watch dibêje ji 2014an ve nêzîkî 25 hezar koçber di Deryaya Spî de xeniqîne, tenê ji despêka vê salê ve derdora hezar û 200 kes xeniqîne.