Roj Gîrasun: Nerîna PKK û Ocalan guherî
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun got, “PKK û Ocalan heya niha nedixwest rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî mezin be lê xuya ye ku nerîna wan guheriye.”
Monitorê di raporeke xwe de da zanîn ku Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rasterast daxwaza alîkariyê kiriye.
Birêvebirê Navenda Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.
Roj Gîrasun diyar kir ku her çi qasî ne diyar be name kengî û bi destê kê gihîştiye Serokê Herêma Kurdistanê jî wate û girîngiya nameyê bi rûdanên li Sûriye û Rojhilata Navîn ve girêdayî ye.
“Pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî û Erdogan bi hêz in”
Roj da zanîn ku haya Ocalan jê heye ku pêvajo bi awayekî şexsî berdewam dike û ew kesên ku karibin înîsiyatîvên şexsî wergirin û rêyên girtî vekin kêm in û got:
"Yek ji wan kesên sereke jî Nêçîrvan Barzanî ye. Ez bawer im ku Tirkiye, Enqere, Qendîl û Îmralî jî vê rastiyê dibînin."
Wî anî ziman ku pêwendiyên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi taybetî baş in û got:
“Tenê Nêçîrvan Barzanî dikare bi hemû aliyan re biaxive.”
Li gorî Gîrasun, Ocalan dizane ku Nêçîrvan Barzanî dikare rêyên girtî veke û ew kesayetiya ku dikare bi PKK, Ehmed Şer, Mezlûm Ebdî û Recep Tayyîp Erdogan re biaxive.
Gîrasun eşkere kir ku berê ne Ocalan û ne jî PKKyê dixwest ku Herêma Kurdistanê di pêvajoyê de roleke mezin bilîze lê niha nêrîn guheriye û ew dixwazin Herêma Kurdistanê rasterast beşdarî pêvajoyê bibe.
Serokê Navenda Rawesteyê ya Lêkolînan da zanîn ku helwesta Tirkiyeyê jî nermtir bûye û ew baştir guh didin pêşniyarên otonomiya fiîlî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê.
#VÎDEO - Roj Gîrasun: Vê pêvajoyê ji ber rûdanên li Sûriye û Rojhilata Navîn dest pê kiriye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 15, 2025
🗨️ PKK û Ocalan heya niha nedixwest rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî mezin be lê xuya ye ku nerîna wan guheriye
🗨️ Pêwendiyên Nêçîrvan Barzanî û Erdogan gelekî baş in
🎙️… pic.twitter.com/2u6xMOyqkZ