AMED - Li parkekê komkujiya daran: 120 dar hatin birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê 120 darên ku ji aliyê şaredariyê ve hatibûn çandin, ji aliyê hinek kesan ve hatin birîn û hinek jî ji reh hatin derxistin.

Şaredariya Peyasê sala borî li taxa Talaytepeyê li ser qadeke 51 hezar metre çargoşe dar çandibûn da ku qada kesk a bajêr zêde bike.

Darên ku hatin birîn temenê wan di navbera 7 û 10 salî de bûn.

Alîkara Hevserokên Şaredariya Peyasê Gulistan Nazlierê bûyer wekî "komkujiya daran" bi nav kir û got:

"Me çavên xwe bi komkujiyekê vekir. Me bi kedeke mezin ev dar pêgihandibûn.

Em ji bo Peyaseke kesktir û bajarekî kesktir têdikoşin lê mixabin komkujî li van daran hatiye kirin."

Nazlierê da zanîn ku ew dê ji bo dîtin û cezakirina berpirsan lêpirsîna pêwîst bidin destpêkirin û anî ziman:

"Em dest ji vî karî bernadin û em dê li şûna van darên ku birîne kampanyayekê bikin û hemû qadên xwe careke din kesk bikin."