WAN - Komxebata Kurdî: 'Zimanê siyasetmedaran Tirkî ye'
Wan (Rûdaw) - Li Wanê "Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna ji Bo Kurdî" bi beşdariya gelek saziyên ziman, nûnerên civaka sivîl, şaredar û zimanzanan dest pê kir.
Di komxebata ku dê du rojan bidome de, dê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî û rêyên çareseriyê werin gotûbêjkirin.
Bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê re xebat û pêngavên di warê pêşvebirina zimanê Kurdî de jî zêde dibin.
Bi heman armancê, li Wanê komxebateke durojî ku ji 10 rûniştinan pêk tê, dest pê kir.
Yek ji rexneyên sereke yên komxebatê ew bû ku zimanê siyaseta li Bakurê Kurdistanê Tirkî ye.
"Siyasetmedar dikevin defika neyarê xwe"
Siyasetmedar û çalakvana zimanê Kurdî Dîba Keskîn rexne li siyasetmedarên ku bi Tirkî diaxivin girt û got:
“Siyasetmedar dema diaxivin, di dilê wan de ew xişûşe heye.
Gelo min ew tiştê ku daxwaz dikir, di hişê xwe de, dilê xwe de derbas dikir ji kesê pêşiya xwe re bêjim min hemî got an na, ew ez fêm kirim an na. Dikeve wê tirsê, wê xişûşê.
Dema dikeve wê xişûşiyê dikeve defikê, dikeve defika neyarê xwe. Îca jî mixabin bi destê xwe dikevin.”
Komxebata Strateji û Polîtîkayên Têkoşîna ji Bo Kurdî ku gelek kesayetên siyasî, şaredar û zimanzan li xwe dihewîne hejmarek xelkê medenî jî li hola bernameyê amadebûn.
"Divê aliyê neteweperweriyê yê saziyan xurt be"
Zimanzan Îhsan Colemêrgî bal kişand ser girîngiya hişmendiya neteweyî ji bo parastina nirxan û diyar kir:
“Nirxên neteweyî bi neteweperweriyê ve bi pêş de diçin, gerek e hemû saziyên Kurdan, aliyê wan ê neteweperweriyê xurt bin.”
"Ziman nasnameya neteweyî ye"
Di komxebatê de, Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê jî raporek berfireh li ser pirsgirêk û xeterên li ber ziman pêşkêş kir.
Hevberdevka Komîsyonê Cemîle Turhalliyê li ser girîngiya ziman anî ziman:
“Dewlet qedexe bike neke xem nîne. Mirovatî bi bi zimanê xwe heye, ziman nasname ye.
Ziman hem nasnameya neteweyî, hem nasnameya mirovan a şexsî ye jî. Mirov xwe bi nasnameyeke kolektîf pênase dike.”
Di konferansê de daxwaz ji siyasetmedarên Kurd hate kirin ku hemû xebat û gotarên xwe bi Kurdî bikin û di vê mijarê de pêşengiya miletê bikin.
Konferans dê sibe di roja duyem de jî bi rûniştinên xwe berdewam bike.