Dêrsimî ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
Dêrsim (Rûdaw) - Platforma Jinan a Dêrsimê di salvegera mirina Rojîn Kabaîşê de meşek li dar xist û bi sedan jinan daxwaza zelalkirina mirina wê kir.
Di heman demê de, pêşniyara DEM Partiyê ya ji bo lêkolîna bûyerê li Parlamentoya Tirkiyeyê hat redkirin.
Bi sedan jin beşdarî meşa ku li Dêrsimê hat lidarxistin bûn û bi yekdengî daxwaza edaletê ji bo Rojîn Kabaîşê kir.
Piştî meşê, li Parka Seyît Riza daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn.
"Em ji bo Rojîn û Gulîstanê edaletê dixwazin"
Çalakvan Cemîle Yel di daxuyaniyê de bal kişand ser zêdebûna mirinên biguman ên jinan û got:
"Em êdî naxwazin jin bên kuştin, her kuştin ne hewleke xwekuştinê ye. Her jina ku dimire, tê gotin ku xwe kuştiye.
Her jina ku dimire xwe nakuje û dixwazim ev yek bê lêkolînkirin. Ez ji bo Rojîn û Gulîstanê (Gulistan Doku) edaletê dixwazim."
Li ser laşê wê DNAya 2 mêran hatibû dîtin
Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Wanê Rojîn Kabaîşê 15ê Çiriya Pêşîn a sala borî, 18 roj piştî windabûna wê, 24 kîlometre dûrî şevîmana ku lê dima, li perava Gola Wanê hatibû dîtin.
Malbat û parêzerên wê ji destpêkê ve dibêjin ku Kabaîş hatiye kuştin.
Li gorî rapora Saziya Bijîşkî ya Dadî, li ser laşê Rojîn Kabaîşê DNAyên 2 mêran hatine tespîtkirin ku ev yek gumana kuştinê bihêztir dike.
"Mijar hat veşdartin"
Çalakvan Esma Şahîn jî li ser vê mijarê wiha axivî:
"Di laşê Rojîn Kabaîş de DNAya du mêran hat dîtin. Ev DNA yên kê ne nehat tespîtkirin û ev mijar hat veşartin.
Ez îro ne tenê ji bo Rojîn, ji bo xwe jî li vir im, ji ber ku tiştên ku îro hatin serê Rojîn, sibê dê bên serê min.
Em ji bo Rojîn Kabaîş û hemî jinan edaletê dixwazin."
Pêşniyara lêkolînê hat redkirin
Mirina Rojîn Kabaîşê di rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê de bû.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Saziya Bijîşkiya Dadî bi veşartina delîlan tawanbar kir û got:
“Dixwazim behsa Rojînê bikim. Saziya Bijîşkiya Dadî 10 mehan delîl veşartine û ev yek derket holê.
Bifikirin delîlan reş dike. Wezareta Dadê dê di vê mijarê de çi bike em gelek mereq dikin.
Ev ne yekem tawana vê saziyê ye û her tim tawanan dike.”
DEM Partiyê her wiha ji bo zelalkirina mirina Rojîn Kabaîşê pêşniyareke lêkolînê da parlamentoyê lê pêşniyar bi dengên MHP û AK Partiyê hat redkirin.