Nêçîrvan Barzanî û Ednan Elzurfî li hev civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya El-Bedîlê Ednan Elzurfî re civiya.
Nêçîrvan Barzanî bi siyasetmedarê Îraqî û Serokê Hevpeymaniya El-Bedîlê Ednan Elzurfî re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, wan rewşa Îraqê û hilbijartina Encumena Nûneran a Îraqê gotûbêj kirine ku dê 11ê meha pêşiya me were kirin.
Serokatiyê diyar kir ku her du alî li ser girîngiya biserxistina pêvajoya siyasî û hilbijartinê û beşdariya berfireh a dengdanê hevfikir bûne.
Wan her wiha ji bo parastina aramî û ewlehiya welêt û rûbirûbûna astengan teqezî li ser pêwîstiya hevkariya di navbera aliyên siyasî û pêkhateyên Îraqê de kiriye.
Li hêla din “pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û rewşa giştî ya herêmê” mijarên din ên civînê bûn.