Turkish Airlinesê piştî rakirina qedexeyê dest bi firotina bilêtên Silêmaniyê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Rêhewaya Tirkî (Turkish Airlines) li ser sîstema xwe ya firotina bilêtan dest bi firotina bilêtên geştên asmanî yên Balafirgeha Silêmaniyê kir.
Rêhewaya Tirkî (Turkish Airlines) ku çend roj berê li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, qedexeya geştên balafirên xwe ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê rakiribû, li ser sîstema xwe ya taybet bi firotina bilêtan dest bi firotina bilêtên ji Stenbolê ber bi Silêmaniyê ve kir.
Bilêtên balafirên Turkish Airlines ji 2yê meha bê ve li ber dest in û her bilêtek wekî 7 hezar û 550 lîreyên Tirkî tê firotin ku dike derdora 182 dolarên Amerîkî.
Tirkiyeyê cara yekem 3yê Nîsana 2023yan bi hinceta “zêdebûna çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û zêdebûna bandora wê ya li balafirgehê” qada xwe ya asmanî li ber geştên Balafirgeha Silêmaniyê girtibû.
Herî dawî jî 6ê vê mehê rawestandina geştên xwe yên ji bo Silêmaniyê dirêj kiribû.
Lê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 9ê Îlonê çû serdana Enqereyê û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Nêçîrvan Barzanî ji Erdogan xwestibû ku qedexeya li ser geştên asmanî yên Balafirgeha Silêmaniyê bê rakirin û li ser vê yekê ew qedexe bi dawî hatibû.