Li Kirmanşanê operasyona gendeliyê: Berpirsên şaredariyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, 2 endamên encûmena bajêr û hejmarek berpirsên şaredariyê bi tometa "gendeliyê" desteser kirin.

Serdozgerê Giştî yê Kirmanşanê Hemîdreza Kerîmî ragihand ku du endamên encûmena bajêr, serokekî şaredariya navçeyekê, birêvebirek û 2 karmendên şaredariyê bi tometa "wergirtina bertîlê" hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, kesekî din ê ku karê çêkirina avahiyan dike jî li gel wan hatiye desteserkirin.

Kerîmî diyar kir ku ew kes wekî komekê xebitîne û ji çavkaniyên giştî û projeyên şaredariyê pereyên zêde ji bo xwe birine.

Serdozgerê Kirmanşanê da zanîn ku lêpirsîn li ser kesên hatine desteserkirin tê kirin û 2 kes heta dema darizandinê bi kefaletê hatine berdan.