Berfê li Wan û Colemêrgê jiyan zehmet kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, berfa ku zû dest pê kir, bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.

Li deverên bilind ên her du bajaran stûriya berfê gihişt 10 santîmetreyan û ji ber vê yekê di çûnûhatinê de astengî derketin.

Li Wanê gir spî bûn

Li cihên bilind ên navçeyên Elbak û Miksê yên Wanê berf bariya û gir spî bûn.

Li navenda parêzgehê û navçeyên din hewaya sar dest pê kir lê li deverên bilind berf barî.

Ji ber barîna berfê û hebûna mij û moranê li hinek deveran, şofêran di çûnûhatinê de zehmetî kişandin.

Hat ragihandin ku li ser rêyên Wan-Miksê û Wan-Colemêrgê tîmên Birêvebiriya Rêyan a Herêma 11emîn dest bi xebatên paqijkirinê kiriye.

Li Colemêrgê berf ji nişkê ve hat

Li Colemêrgê jî îro ji saetên serê sibê ve berfê dest pê kir.

Bi taybetî li derdora bajarokê Silehiyanê berfeke zêde barî û stûriya berfê gihişt 10 santîmetreyan.

Ji ber barîna berfa zêde, gund di bin berfê de man û pirsgirêkên çûn û hatinê derketin.

Ajeldar neçar man vegerin

Barîna berfê herî zêde bandor li ajeldaran kir.

Ajeldarên ku keriyên wan li zozan û mêrgan bûn, ji ber berfa ji nişkê ve hatî, rastî zehmetiyan hatin û neçar man ku keriyên xwe vegerînin gundên xwe.