Kurdek bi guleyên hêzên rejîma Îranê hat kuştin

15-12-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hemwelatiyekî Kurd xelkê bajarê Kamyaranê yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi guleyên hêzên rejîma Îranê hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, hemwelatiyekî Kurd bi navê Sebah Emîn Mihemedî roja 8ê vê mehê de li bajarê Şabad ê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, dikeve ber destdirêjiya guleyên hêzên rejîma Îranê û di encam de bi giranî tê birîndarkirin.

Malperê li ser zarê şahidekê wê bûyerê belav kiriye ku “Hêzên rejîmê paiştî birîndarkirina Sebah, wî bi birîndarî bi cî dihêlin û ti hewlekê ji bo gihandina wî bo nexweşxanê nedan”.

Li gor wî şahidî, “Sebah piştî hewldaneke zêde xwe gihande nexweşxanê, lê ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest da”.

Termê Sebah piştî ku 2 rojan li nexweşxaneyê ma, di roja 12ê vê mehê radestê malbata wî kirin.

Li gor amarên wê malperê, di destpêka vê mehê de û heta niha 7 hemwelatiyên Kurd bi gulleyên hêzên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst