Hikûmeta Rûhanî hikûmeta Ehmedînejad sûcdar dike

15-12-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Hesen Rûhanî Mehmûd Ehmedînejad
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Îranê ya ku Hesen Rûhanî serokatiya wê dike ji ber pirsgirêkên aboriya wî welatî serokomarê berê yê Îranê Ehmedînejad sûcdar kir. 

 

Serokomarê Îranê yê berê Mehmûd Ehmedînejad li ser hesabê xwe ya medyaya civakî îdia kir ku hikûmet nikare walet birêve bibe û Rûhanî ji bo nîqaşê dewetî têlevîzyonê kir.  


Ehmedînejad li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Eger hûn nizanin welêt bireve bibin, dev ji kar berdin. Qey hûn devjikarberdanê jî nizanin. Karê dewletê ji îradeya gel re bihêlin û radestî dengê wan bikin."


Serokê Ofîsa Serokomariya Îranê Mehmûd Weîz bersiv da sûcdarkirinên Ehmedînejad û wiha axivî:


"Ehmedînejad gel dixapîne. Îro sedema herî mezin ya pirsgirêkên aboriya welêt polîtikayên Ehmedînejad ên wê heyamê bûn. Gel baş dizane ka kê sozen xwe bi cih anîne, kê neanîne. Gel dizane ên ku bûne sedema dorpêçan kî ne."

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst