Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim Al Sadiq qebûl kir.
Di civînê de pêwendiyên dualî, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên herêmî hatin nirxandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê Îraqê Mihemed Kazim Al Sadiq û şandeya pê re civiya.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de her du aliyan pêwendiyên Îranê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê, rewşa giştî ya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga di navbera wan de ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirine.
Berjewendiyên hevbeş
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: "Her du aliyan bal kişandiye ser xwesteka dualî ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê ku li ser bingeha cîrantiya baş û berjewendiya hevbeş be, bi taybetî jî di warê aborî û bazirganiyê de."
Rewşa herêmê ya bi giştî û girîngiya parastina aramî û ewlehiyê jî mijarên din ên civînê bûn.
Li hêla din, Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê jî di civînê de amade bû.