Ferhad Hemo 11 sal in winda ye: Malbatê bangî HSD û Koalîsyonê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Nûçegihanê Rûdawê Ferhad Hemo di 11emîn salvegera revandina kurê xwe de peyamek belav kir.
Malbatê bangî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navneteweyî kir ku ji bo eşkerekirina çarenivîsa Ferhad Hemo lêpirsîneke cidî bi girtiyên DAIŞê re bikin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Rojavayê Kurdistanê Ferhad Hemo û wênegir Mesûd Eqîl, 15ê Kanûna Pêşîn a 2014an li ser rêya Qamişlo û Til Koçerê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin revandin.
Îro tam 11 sal di ser wê bûyera bi êş re derbas bûn.
Mesûd Eqîl 21ê Îlona 2015an hat rizgarkirin lê aqûbeta Ferhad Hemo hîn jî nayê zanîn.
"11 sal in agahiyeke piştrastkirî tune"
Malbata Ferhad Hemo bi navnîşana "Di 11emîn salvegera revandina Rojnamegerê Kurd Ferhad Hemo de" daxuyaniyek belav kir.
Malbatê di peyama xwe de wiha got:
"Îro 11 sal di ser revandina birayê min, Rojnamegerê Kurd Ferhad Hemo re derbas dibin ku di 15ê Kanûna Pêşîn a 2014an de dema erkê xwe yê pîşeyî ya veguhastina rastiyê pêk dianî, ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hat revandin.
11 salên windabûna bi zorê û 11 salên êş û bendewariyê, bêyî ti agahiyeke piştrastkirî li ser çarenivîsa wî.
Ev tawanek e ku bi demê re nayê jibîrkirin û binpêkirineke eşkere ya hemû yasayên mirovî û azadiya çapemeniyê ye."
Bangî HSD û Hevpeymaniya Navneteweyî hat kirin
Malbata Hemo daxwaz kir ku lêpirsîn bi endamên DAIŞê yên girtî re were kirin û wiha pê de çû:
"Em bangî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) dikin ku lêpirsîneke cidî û berpirsyarane bi mîr û endamên DAIŞê yên di destê wan de ne re bikin û ji bo eşkerekirina çarenivîsa rojnameger û revandiyên ku hîn dosyeyên wan ne diyar in, di serî de rojnameger Ferhad Hemo bixebitin."
"Berdewamiya bêdengiyê êşê zêde dike"
Malbatê her wiha bang li rêxistinên navneteweyî jî kir û got:
"Her wiha em bangî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û rêxistinên têkildarî azadiya medyayê û parastina rojnamegeran dikin ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û yasayî bigirin stuyê xwe û zextê bikin da ku rastî derkeve holê û dawî li êş û azara malbatên windayan were.
Berdewamiya bêdengiyê êşê zêde dike, zanîna çarenivîsê mafekî mirovî ye ku nayê destjêberdan. Azadî ji bo çapemeniyê û rastî ji bo qurbaniyên windakirina bi zorê."