Pêşmerge bi xwîna xwe Kerkûk azad kiriye û jê dernakeve

Kerkûk (Rûdaw)- Hikûmeta Iraqê dixwaze hêzek leşkerî li sînorê parêzgeha Kerkûkê ava bike, lê aliyên kurdî bi vê yekê nerazî ne û dibêjin, Hêzên Pêşmerge bi xwîna xwe Kerkûk rizgar kiriye û ne bi xwînêbe ji wan cihan venakşin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar daye ku, li sînorê Kerkûkê 3 tabûr bo hêzên iraqê werin avakirin. Herwiha tê gotin ku 6 tabûrên din jî dê li wir werin avakirin.

Milîsên şîe li sîşnorê Kerkûkê xwedî 9 hezar çekdar in. Hikûmeta Iraqê dixwaze wan bike qanûnî û bixe nab Wezareta Parastinê.

Tirkimanên Kerkûkê daxwaz dikin ku, hêzek ji bo wan jî li nava Kerkûkê were avakirin, lê ew hêz qanûnî be.

Erebên Kerkûkê jî daxwaz dikin ku li wî bajêrî hêzek taybet were avakirin û ew hêz di bin dwestê Wezareta Parastinê û Hikûmeta Iraqê de be.

Aliyên Kurdî avakirina hêzên milîsan li sînorê Kerkûkê red dikin.

Berpirsên Hêzên Pêşmerge dibêjin em bûstekê ji axa kerkûkê bernadin, Pêşmerge bi xwîna xwe Kerkûk rizgar kiriye û ne bi xwînê be ji wan cihan venakşin.