Rayedara PKKê, Sozdar Avesta: Divê gelê êzîdî xweseriya xwe ava bike
Dihok (Rûdaw) – Endama Desteya Rêveberiya KCKê Sozdar Avesta, kurdên êzîdî wek “gelê êzîdî” bi nav kir û ragihand, PKK jî piştevaniya “gelê êzîdî dike ji bo bikarin bixwe xwe bi rê ve bibin.”
Roja 14ê Çileya îsal, li ser çiyayê Şingalê civînek bi navê “Xweserî me îradeya me ye” hat lidarxistin. Di wê civînê de komek rayedarên PKKê, hejmarek kurdên êzîdî her wiha Cîgirê Melbenda Mûsilê ya YNKê Husên Derman jî beşdar bibûn.
Di wê civînê de encumenek hat avakirin ji bo ku bibe bingeha “Kantona Şingalê” ya ku PKK dixwaze li Şingalê ava bike.
Li gorî medyaya PKKê, Endama Rêveberiya KCKê Sozdar Avesta di wê civînê de gotiye, divê êzîdî xweseriya xwe ava bikin, çimkî gencên êzîdî îro dikarin xwe birêve bibin û bila tevlî YBŞê (Yekîneyên Berxwedana Şingalê-Ji aliyê PKKê ve hatiye avakirin) bibin, dema Şingal rizgar bû bila hilbijartin çêbibe û Şingalî biryara xwe bidin ka dê ser bi kîjan aliyê ve bin.
Sozdar Avesta her wiha gotiye, êzîdî nikarin li Ewropayê bijîn ji ber ku êzîdîtî baweriyeke wisa ye ku girêdayî xaka xwe ye û êzîdî nikarin li derekî din bijîn.