Hewlêr (Rûdaw) – Ebdullah Kurdî bavê Alan Kurdî, derbarê kovara “Charlie Hebdo“ ya fransî de, ku bi xêza xwe ya sorker navdar e, ev cara duyemîn e ku karîkatorekî li ser zarokê kurd Alan Kurdî belav dike got, ferqa Charlie Hebdo û terorîstan nîne.
Kovara Charlie Hebdo ku çend roj berî niha karîkatoreke zarokê kurd, Alan Kurdî belav kir û têde êrişî wî kir û di karîkatorê de wiha nîşan da, ku eger Alanê 3 salî nemiriba, ew jî dê wek koçberên din kesekî binpêkerê qanûnê û destdirêjkerê ser jinan ba, rastî nerazîbûn û rexneyên têj hat.
Li ser wê karîkatorê wiha hatiye nivîsandin: “Eger Alan Kurdî nemiriba dê çi lê bihata? Dê mezin bibûya û dest bavêta keçên wî welatî ku mafê penaberiyê daye wî!”
Gellek kes “Charlie Hebdo“ bi derbaskirina sînorê “azadiya ramanê“, “bêexlaqiyê“ û “bêhurmetiya li hemberî zarokekî mirî“ tometbar dikin. Gellek kes jî diyar dikin ku ji xwe karîkartor sorker û provokatîv e.
Li ser karîkatora vê carê wêneyê zarokê kurd Alan Kurdî yê xeniqî heye. Di jêr wî de rêzewêneyên ku Alan ber bi mezinbûnê ve nîşand didin, heta ku di dawiyê de zilamek bi dû jinekê ve dikeve û dixwaze destê xwe bide wê.

Ebdullah Kurdî bavê Alan Kurdî jî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Ez îro bi helwesta Charlie Hebdo ji roja min malbata xwe windakirî zêdetir xemgînim.”
Kurdî anî ziman ew kiryara Charlie Hebdo li hemberî tevahiya malbatên sûrî û bi hezaran zarokan hatiye kirin û wiha got: “Bi vê kiryarê ti cudabûna wan di navbera bazirganên terorîst ên şerî de nema.”
Raniya Şahjina Ordunê û hevjîna Şah Ebdullah bertekên xwe li hemberî kovarî nîşanda da û got: “Eger Alan Kurdî nemiriba dê bibûya dixtor, mamosta yan jî bavekî dilsoz.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse