Galeriya wêneyan

16-01-2024
13 Photos
RÛDAW

Li ser banga Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, bi sedan welatî li hemberî êrişên mûşekî ya şeva borî,  li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê kom bûn.

Beşdariyên çalakiyê, wêneyên qurbaniyên êrişê, alên Kurdistanê û pankarta li ser “Hewlêr li hemberî êrişa terorîstî çok nadayne” hatiye nivîsîn rakirin.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Herwiha gelek kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistana Îraqê Teber Ehmed û Musteşarê Ewlehiya Neteweyî Kasım Araci li mala Pêşrew Dizeyî lêkolîn kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo li ser van êrişan lêkolînan bike û agahiyan berhev bike lijneyek ava kiriye.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw