Êrişên li Hewlêrê: Wezareta Karên Derve ya Îraqê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îraqê, li ser êrişên şeva borî yên li Hewlêrê daxuyanî da.
Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.
Wezareta Karên Derve ya Îraqê, di daxuyaniya xwe de ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di van êrişên Îranê sivîlên bêguneh hatine kuştin.
Herwiha hat ragihandin ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo li ser van êrişan lêkolînan bike û agahiyan berhev bike lijneyek ava kiriye.
Çi bûbû?
Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.
Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.
Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.
Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.
Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Zanyariyan Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina asmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.
Berdevkê berê yê Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) Joe Bochino jî piştî êrişan bû mêvanê Rûdawê û got:
“Li gorî min, Îran dixwaze bi rêya van êrişan li herêmê kaoseke ava bike, dixwazî vê kaosê bi taybetî jî li Îraqê peyda ava bike.
Ev heman kar e ku bi rêya grûpên Şîe dikir. Suprîz ev e ku Îranê rasterast bi artêşa xwe êriş kir, ne bi rêya grûpên nêzîkî xwe.”