AMED - Xwenîşandanên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê: Dadgehê ceza da 4 kesan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 4 kesên ku êrişên li taxên Kurdan ên li Helebê şermezar kiribûn hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê didomin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê carinan midaxeleyî çalakiyan dikin û welatiyan desteser dikin.

Li Amedê 12ê mehê bi hinceta beşdariya xwenîşandanên Helebê 4 kes hatibûn desteserkirin.

Baran Çinar, Hayat Ozmez, Muhammed Altinkaya û Roza Bakî 4 rojan li “Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Amedê” man.

Her çar kes piştî kar û barên îfadeyê doh Pêncşemê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya 1emîn a Amedê bi tohmeta "beşdariya meş û xwenîşandanên qedexe ya bi çekan an jî bi veşartina rûyê xwe" biryara girtina wan da.

Piştî biryara dadgehê her çar kes şandin girtîgehê.