HSD: Şam dixwaze xelkê Dêr Hafirê bi zorê koçber bike
Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku kom û komên çekdar ên hikûmeta Şamê bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin ku xelkê neçarî koçberiyê bikin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe ya nû de diyar kir ku komên girêdayî hikûmeta Şamê aloziya leşkerî didomînin û deverên qerebalix ên bajêr bi awayekî bêserûber topbaran dikin.
Hat destnîşankirin ku armanca van êrişan zextlêkirina şêniyan e da ku wan bi zorê ji malên wan derxin.
20 top û drona xwekuj
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn ku di saeta dawî de zêdetirî 20 topan li bajêr ketine û êrişek bi drona xwekuj (bombebarkirî) jî hatiye kirin.
HSDyê tekez kir ku ev êriş gefên rasterast li jiyana sivîlan dixwin û piştrast dikin ku taxên niştecihbûnê bi zanebûn tên hedefgirtin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê di dawiyê de got:
"Hêzên me rewşê ji nêzîk ve dişopînin, erkên xwe bi cih tînin û ji bo parastina ewlehiya bajar û şêniyan hemû tedbîrên pêwîst werdigirin."