Artêşa Ereban a Sûriyeyê dest bi êrişa li Dêr Hafirê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku wan dest bi êrişên xwe yên li Dêr Hafirê kiriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihand ku lii bajarê Dêr Hafirê niha topbaraneke dijwar a komên çekdar heye.

Desteya Operasyonan ji medyaya fermî ya Sûriyeyê re îdia kir ku êriş li “dijî  PKKyê û paşmayiyên rejîma berê yên ku hevkariya HSDyê dikin" dest pê kiriye.

"Dronên Îranî ji wê derê radibûn"

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku armanca êrişê baregehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ne.

Artêşê îdia kir ku ji wê navçeyê ve "dronên Îranî" ber bi bajarê Helebê ve hatine avêtin.

“Gelek top li nav bajêr ketin”

Her wiha hat destnîşankirin ku wan çalakiyên HSDyê rê li ber derketina xelkê gundewarê rojhilatê Helebê digirtin.

Li aliyê din HSDyê diyar kir ku çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê bi dijwarî bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin.

Navenda Ragihandina HSDyê ragihand ku heta vê kêliyê gelek top li nava bajêr ketine.