Tom Barrack: Em dixwazin Şam û HSD vegerin ser maseyê

Hewlêr (Rûdaw) - Tom Barrack ragihand ku ew ji bo kêmkirina aloziyan û destpêkirina dan û standinan a di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hewl didin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser hewldanên dîplomatîk ên Washingtonê û da zanîn:

"Amerîka bi hemû aliyên li Sûriyeyê re di nava pêwendiyeke nêzîk de ye.

Şev û roj dixebite da ku pileya germ û guriyê daxe û rê li ber zêdebûna aloziyan bigire."

Tom Barrack armanca van hewldanan wiha eşkere kir:

"Vegera li ser dan û standinên tevlîbûnê (entegrasyon) yên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de."

Ev daxuyaniya Tom Barrack di demekê de ye ku aloziyên li Dêr Hafirê zêde bûne û kom û komikên çekdar ên hikûmeta Sûriyeyê li derdora Dêr Hafir û Meskeneyê bi cih bûne û topbaranê dikin.

HSDyê ragihand ku li Dêr Hafirê dronên Tirkiyeyê piştgiriyê didin hikûmeta Şamê.