SILÊMANÎ - Meleyê heqaret li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) -Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê meleyê li Taxa Raperînê daxuyaniyek belav kir û got, “Di xutbeya xwe de hinek gotinên nehêja li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi kar anîne.”
Berdevkê Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê Karzan Şêrko ragihand ku îro li Mizgefta Bexteweriyê ya li Taxa Raperînê ya Silêmaniyê, xutbeya înê bûye sedema nerazîbûn û derketina aloziyê.
Berdevkê Saziya Asayîşê diyar kir ku Birêvebiriya Asayîşa Silêmaniyê ji bo bidawîkirina aloziyê demildest destwerdan kiriye û “zanayê dînî veguhastiye Asayîşa Silêmaniyê.”
Karzan Şêrko her wiha got, “Heval Faris Mewlûd endezyar e û bi awayekî xwebexş li Mizgefta Bexteweriyê meletiyê dike. Di lêkolînan de derket holê ku navborî di xutbeya îro de hinek gotinên ne guncaw li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi kar anîne û ev yek bûye sedema nerazîbûna nimêjkerên wê mizgeftê.”
Li gorî gotina berdevkê saziyê, niha ew mamosteyê olî bi biryara dadwerê lêkolînê yê Asayîşê û li gorî Madeya 240î ya Yasaya Cezayan a Îraqê hatiye desteserkirin û lêkolîna li ser dosyeya wî berdewam dike.
Madeya 240î ya Yasaya Cezayan a Îraqê çi ye?
Mele li gorî Madeya 240î ya Yasaya Cezayan a Îraqê (Hejmar 111 a sala 1969an) hatiye rawestandin.
Ev made dikeve çarçoveya “Binpêkirina fermanên fermî” û naveroka wê wiha ye:
Deqa yasayê:
Her kesê ku li dijî ferman an biryareke karmendekî yan desthilateke giştî derkeve, yan xwe ji bicihanîna fermanê bide alî, bi cezayê hefsê (ji 6 mehan zêdetir nebe) yan cezayê pereyan (ji 100 hezar dînarî zêdetir nebe - li gorî sererastkirinên nû ev mîqdar guheriye) tê cezakirin.
Çima ev made hat bikaranîn?
Di dosyeya vî meleyî de Madeya 240î hatiye bikaranîn.
- Ji bo meletiya li mizgeftan rênimayî û yasayên taybet hene ku ji aliyê Wezareta Ewqafê û aliyên pêwendîdar ve tên derxistin. Bikaranîna mîmberê ji bo “bêrêzîkirin” an “derxistina aloziya civakî” wekî binpêkirina wan rênimayiyên giştî tê hejmartin.
- Derxistina tevliheviyê li cihên giştî (mizgeft) wekî binpêkirina fermana parastina asayîşa giştî tê dîtin.