Naîf Bezwan: Hêzên Şamê dixwazin dîktatoriyeke nû ava bikin
Hewlêr (Rûdaw) – Akademîsyen û Pisporê Pêwendiyên Navneteweyî Prof. Dr. Naîf Bezwan diyar kir ku hêzên li Şamê dixwazin dîktatoriyeke nû ava bikin.
Akademîsyen Naîf Bezwan beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa Sûriyeyê, helwesta Tirkiyeyê û ziyareta Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer a ji bo Almanyayê pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Bezwan hişyarî da ku metirsiya heyî ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê, li ser hemû parçeyên Kurdistanê ye û bang li dîyasporaya Kurd kir ku li Berlînê dengê xwe bilind bikin.
"Dixwazin dîktatoriyeke nû ava bikin"
Naîf Bezwan sedema têkçûna dan û standinên HSD û hikûmeta Sûriyeyê û destpêkirina şer wiha şîrove kir:
"Sedem gelekî eşkere ye. Rejîma demkî ya Şamê dixwaze rejîmeke dîktatorî li ser bingeha nijadperestî û mezhebî ava bike.
Ji bo ku ev rejîm bê avakirin, dixwazin hêza herî sereke û xurt a li pêşiya xwe ji holê rakin.
Armanca wan ew e ku piştî rûxandina dîktatoriya Beasê, dîktatoriyeke nû ava bikin.
Ew daxwazên Kurdan ên ji bo federalîzm û statuyê wekî 'dabeşkirina Sûriyeyê' pênase dikin û bi vî awayî êrişî Kurdan dikin."
"Tirkiyeyê doktrîneke nû ragihandiye"
Bezwan bal kişand ser stratejiya nû ya Tirkiyeyê û diyar kir ku metirsî li ser tevahiya Kurdistanê ye û got:
"Tirkiyeyê di demeke nêzîk de doktrîn û stratejiyeke nû ragihand.
Li gorî vê doktrînê dibêje: 'Eger dewleta Sûriyeyê ji bo yekîtiya xwe çi tedbîran bistîne û çi êrişan bike, ez li pişta wê me.'
Di dîroka peymanên nav dewletên desthilatdar ên li Kurdistanê de, wekî Peymana Sadabadê (1937) û Peymana Bexdayê (1955) jî xaleke wiha zelal tunebû ku bibêje 'Tu êrişî Kurdan bike û wan wekî dabeşker pênase bike, ez li pişta te me.'
Ev faktora herî sereke ye ku hebûn, xweserî û mafên neteweyî yên Kurdan dike armanc."
"Ev ne pêvajoya aştiyê ye, ya bêdengkirinê ye"
Naîf Bezwan li ser nîqaşên "pêvajoya çareseriyê" ya li Bakurê Kurdistanê jî axivî û got:
"Meseleya 'pêvajoya aştiyê' pênaseya Kurdan e. Dewlet û desthilat dibêjin e 'pêvajoya bê terorê' ye.
Yanî mafên neteweyî yên Kurdan, statu û xwebirêvebirinê wekî 'teror' pênase dikin.
Ji ber vê yekê ev ne pêvajoya aştiyê ye, pêvajoya astengkirin, bêdengkirin û pasîfîkasyonê ye. Dixwazin Kurdan bêdeng bikin."
"Çarenivîsa Kurdan li Rojava tê nivîsandin"
Akademîsyenê Kurd tekez kir ku parastina Rojavayê Kurdistanê girîngiyeke jiyanî ye û wiha domand:
"Çarenivîs û paşeroja Kurdan niha li Rojavayê Kurdistanê tê nivîsandin.
Koçberî û qirkirina Kurdan a li Helebê, li gorî zihniyeta wan pêdiviyeke herêma 'bêterorkirinê' ye.
Stratejî û doktrîneke nû heye ji bo ku Kurd bên bêdengkirin û ji aliyê jeopolîtîk ve bên dorpêçkirin.
Eger Kurd li her çar parçeyan siyaseteke stratejîk û parastineke hevbeş dernexin holê, metirsiyeke mezin li ser hemûyan heye."
"Divê dîyaspora li Berlînê bibe yek"
Akademîsyen Bezwan li ser serdana Ehmed Şer a ji bo Almanyayê jî bang li Kurdên Ewropayê kir û got:
"Dîyasporaya Kurdan a herî xurt li Almanyayê ye lê mixabin perçe bûye.
Ew roj e ku Kurd wekî neteweyekê, wekî dîyasporayeke hevbeş li Berlînê werin cem hev û bi dengekî vê serdanê şermezar bikin.
Di nava raya giştî, siyaset û çapemeniya Ewropayê de guhekî xurt ji bo Kurdan heye.
Divê em bikin ku dewletên din nikaribin bi hêsanî destê kesên ku xwîna Kurdan rijandine bigirin.
Ev yek ji bo hevgirtina dîyasporaya Kurd testeke mezin e."