Galeriya wêneyan

16-02-2020
10 Photos
RÛDAW

Ji maweyê meha derbasbûyî ve, li deverên çiyayî yên ser bi parêzgeha Hewlêrê ve zêdetirîn rêjeyeke zêde ya berfê lê bariye, bi taybetî navçeyên sînorî li Soran, Riwandiz û Balekayetî.

Cihên geştyarî yên Korek û Bêxal ku werzên havîn û zivistanê hejmareke zêde ya geştyaran berê xwe didinê, bi berfê bi tevahî spî bûne û ji ber wê yekê di van rojan de jî hejmareke zêde ya xelkê serdana wan navçeyan dikin.

Li hinek cihên wan navçeyan, zêdetir ji 2 metre berf bariye û tenê di maweyê rojên 12 ta 14ê Sibatê zêdetirî 30 santîm berf li navenda bajarê Soran bariye. Qaymeqamê Soranê jî ragihandiye, nêzikî 30 sal e bi qasî îsal berf li wê herêmê ne bariye.

Wêneyên sirûşta Çiyayê Korek û Bêxalê roja 15ê vê mehê hatine tomarkirin.