Barzanî û Helbûsî têkildarî hikûmeta nû ya Iraqê li ser 6 xalan li hev kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro civiyan û herdu aliyan tekezî li ser beşdariya nûnerên hemû pêkhateyan di hikûmeta nû de, berdewamiya karkirina li gel Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna DAIŞê û encamdana amadekariyan ji bo hilbijartineke pêşwext kirin.

Îro Yekşemê 16ê Sibatê, serok Mesûd Barzanî li bajarokê Selahedînê ya ser bi Hewlêrê ve pêşwazî li Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Hêzên Iraqî, Mihemed Helbusî kir.

Piştre, derbarê naveroka civînê daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin ku têde hatiye ragihandin, serok Barzanî û Mihemed Helbusî têkildarî rewşa niha ya Iraqê û navçeyê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê axivîne û li ser şeş xalan li hev kirine.

Di civînê de Serok Barzanî derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de ragihandiye, “pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê nûneratiya hemû pêkhateyan bike û li ser bingeha hevbeşiya niştimanî bihê avakirin.”

Yek ji xalên ku Serok Barzanî û Mihemed Helbusî li ser vê li hev kirine, ev e ku “hemû hêzên siyasî bi hev re kar kirin, ji bo ku Iraq ji wê aloziya niha derbas bibe û di vegera aramî û istiqrarê bo Bexdayê û parêzgehên din ên li başûrê Iraqê de beşdar bibin.”

Herdu aliyan tekez kirine, ku “divê bernameya hikûmetê bi zelalî amaje bi amadekariyên ji bo encamdana hilbijartinên pêşwext di demeke herî nêzîk de bike, ew jî wek cîbicîkirina daxwaza xwepêşanderan û divê ev mijar bibe karê sereke yê hikûmeta nû.”

Li gor daxuyaniyê, Barzanî û Helbusî li hev kirine, ku “pêwîst e bernameya hikûmeta nû planeke zelal û aşkere li xwe bigire ji bo vegerandina serweriyê bo saziyên dewletê, parastina aştiya civakî û bidawî anîna destwerdanên derve û herwiha ji bo ku çek tenê di destê dewletê de bimînin û diyardeya çekdarên nefermî nemîne.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, ku “herdu alî bi armanca berdewambûna pêwendiyên du alî, û ji bo hevahengkirina helwestên herdu aliyan û hevbeşên din, bi hev re kar bikin.”