WAN - Otomobîlê teqle da, mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Westanê ya Wanê otomobîlek wergeriya û teqle da. Di vê qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, qeza doh êvarê li ser rêya Wan-Westanê çêbûye.

Otomobîleke ku plaka û nasnameya ajokarê wê hîn diyar nebûne ji rê derketiye û wergeriyaye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê, polîs û cendirme çûne cihê bûyerê.

Di vê qezayê de Kazim ÎbÎlî miriye.

Hat zanîn ku Kazim li Nexweşxaneya Dewletê ya Westanê perestarê jûra emeliyatê bû.

Her 3 kesên birîndar jî veguhastine Nexweşxaneya Dewletê ya Westanê.