Plana nû ya Şamê: Kampa Holê tê valakirin, navnîşana nû Exterîn e

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) yê Sûriyeyê eşkere kir ku ji bo veguhastina malbatên li Kampa Holê planeke hikûmeta Sûriyeyê heye.

Li gorî planê, dê wan malbatan veguhêzin kampeke din a li gundewarê Helebê.

"Sûriyeyê em agahdar kirin"

Nûnerê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) yê Sûriyeyê Gonzalo Vargas Llosa daxuyaniyek da.

Llosa ragihand ku desthilatdarên Sûriyeyê, Komîserî derbarê planeke veguhastina malbatên mayî yên li Kampa Holê agahdar kiriye.

Li gorî planê, dê wan malbatan veguhêzin kampeke li bajarokê Exterînê yê li çoltera Helebê.

"Em amade ne alîkariyê bikin"

Llosa bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û diyar kir ku Komîserî amade ye alîkariyê bide wan malbatan.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî her wiha amaje bi berdewamiya hevkariya li gel hikûmeta Sûriyeyê kir.

Llosa got ku ev hevkarî ji bo piştgirîkirina vegera Sûriyeyiyan û tevlîkirina wan a nav civakê ye.

Gonzalo Vargas Llosa da zanîn ku Komîseriyê hefteyên dawî, di hejmara niştecihên kampê de kêmbûneke berbiçav tomar kiriye.

Rewşa Kampa Holê

Divê were gotin ku ev rûdan piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji kampê tê.

HSD dawiya meha Kanûna Paşîn a îsal ji kampê vekişiyabû û kamp radestî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê kiribû.

Li Kampa Holê sivîlên ku ji ber şerê li dijî DAIŞê reviyane û her wiha malbatên çekdarên DAIŞê yên girtî dimînin.

Piştî vekişîna HSDyê, gelek malbat ji kampê reviyan ku piraniya wan malbatên çekdarên biyanî yên DAIŞê bûn.

Li kampê xwenîşandan hatin kirin

Piştî ku hinek kes "bi rêyên neyasayî" derketin û rê li ber derketina kesên din hat girtin li kampê alozî zêde bûne.

Vê yekê hişt ku gelek malbat li nav kampê xwenîşandanê bikin û daxwaza derketinê û alîkariyan bikin.