AMED - Etîketên Kurdî li bazara taxê hatin belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî, li bazara taxê etîket û tabelayên Kurdî hatin belavkirin.

Armanc ew e ku zimanê Kurdî di bazirganiya rojane de zêdetir were bikaranîn.

Rêveberiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Peyasê, Rêveberiya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya çalakiyên 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî de xebateke hevpar meşand.

Di çalakiyê de li sûk û bazara taxê etîketên biçûk û tabelayên dikanan ên bi Kurdî li firoşkar û dikandaran hatin belavkirin.

Endamên Meclisa Şaredariya Peyasê, nûnerên Birêvebiriya Çandê, Komîsyona Ziman, Birêvebiriya Parastin û Pêşxistina Ziman a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û birêvebirên MED-DERê beşdarî çalakiyê bûn.

Hişmendiya zimanî

Armanca sereke ya çalakiyê zêdekirina hişmendiya zimanî ye.

Ji ber vê yekê, etîketên curbicur li firoşkar û welatiyan hatin belavkirin.

Di nav wan de etîketên biha û navên sebzeyan bi Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî), her wiha etîketên deriyan ên bi nivîsên “Vekirî – Girtî” û “Bi xêr hatin” jî hebûn û li dikan û kargehan hatin daliqandin.

Xelkê eleqeyeke mezin nîşan da

Şandeyê bi dikandarên bazarê û welatiyan re sohbet kir û guh da daxwaz û pêşniyarên wan.

Di hevdîtinan de hat tekezkirin ku parastina mîrateya çandî û bikaranîna zimanê dayîkê di hemû warên jiyana rojane de, bi taybetî jî di qada bazirganiyê de gelekî girîng e.

Dikandar û welatiyên ku ji bo kirîn û firotinê li bazarê bûn, ji vê çalakiyê gelekî kêfxweş bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan.

Gelek kesan got ku ev cure çalakî ji bo zindîkirina zimanê Kurdî di jiyana rojane de gaveke pir biqîmet e.