Heyva Sor a Kurd: Li Kobaniyê derman tenê têra 2 rojan dike
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebira Şopandina Gerok a Heyva Sor a Kurd a Kobaniyê Şadiye Ehmed Elî hişyarî da û got, "Stoka dermanan a di destê me de tenê têra du rojan dike."
Li bajêr pirsgirêka avê jî mezin dibe û nexweşî zêde dibin.
Birêvebira Şopandina Gerok a Heyva Sor a Kurd a Kobaniyê Şadiye Ehmed Elî rewşa tenduristiyê ya bajêr wekî "gelekî xerab" pênase kir û got, "Dermanên di depoya me de îhtimal e ku tenê têra du rojan bikin."
Şadiye Ehmed Elî beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Sîma Ebxizirê yên derbarê rewşa dawî ya Kobaniyê de bersivandin.
Şadiye Ehmed Eliyê diyar kir ku ji destpêka dorpêçê ve tenê elektrîk didin bajêr lê hîn elektrîk negihiştiye gundan.
"Tenê stoka 2 rojan maye"
Dorpêça artêşa Sûriyeyê ya li ser Kobaniyê nêzîkî mehekê ye didome.
Şadiye Ehmed Eliyê bal kişand ser kûrbûna krîza dermanan û got, "Pêdiviya me bi dermanan heye.
Dermanên di depoya me de îhtimal e ku tenê têra du rojan bikin."
Bi gotina Şadiye Ehmed Eliyê dabînkirina dermanên zarokan, şekir, tansiyon û nexweşiyên din ên kronîk xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
"Av tune, nexweşî zêde dibin"
Li gorî agahiyên ku Şadiye Ehmed Eliyê dane, li bajêr gihîştina ava paqij hema bêje ne pêkan e.
Ji ber ku paqijiya ava ku welatî neçar in ji bo vexwarinê bikirin şikbar e, tenduristiya gel di bin gefê de ye.
Şadiye Ehmed Eliyê got, "Di serî de zarok, gelek kes bi nexweşiya zikçûnê ketine."
Gundî nikarin vegerin malên xwe
Ji ber êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, gelek kesên ji gundên derdorê xwe spart navenda bajarê Kobaniyê.
Şadiye Ehmed Eliyê diyar kir ku malên wan hatine talankirin û ji ber vê yekê nikarin vegerin û got ku koçber li mizgeft û dibistanan dimînin û di bin şertên giran de têkoşîna jiyanê didin.
Şadiye Ehmed Elî her wiha got, "Elektrîk, av, înternêt û xizmetên din ên bingehîn têra xwe nagihîjin wan."
Tevî ku bi peymana 29ê Kanûna Paşîn a 2026an a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê de şer rawestiya be jî dorpêça leşkerî ya li ser Kobaniyê hîn nehatiye rakirin.
Xelkê herêmê dixwaze ku korîdoreke alîkariya mirovî ya lezgîn were vekirin û alîkarî bigihêje bajêr.