Dayîka Aştiyê Berfîn Saînê koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Dayîka Aştiyê Berfîn Saînê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin canê xwe ji dest da.
Berfîn Saîna 70 salî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ev nêzîkî du mehan bû tedawiya penceşêrê didît.
Cenazeyê Berfîn Saînê ji aliyê mirovên wê û endamên DEM Partiyê ve ji nexweşxaneyê hat wergirtin.
Termê wê li Goristana Zeviyê ya li Taxa Çalê bi duayan bi axê hat spartin.
Li gorî nûçeya MAyê, şîna wê li Mala Sersaxiyê ya Halîd Bin Velîdê ya li Taxa Kooperatîfê dê 3 rojan bidome.
Kurê Berfîn Saînê Murat Saîn jî 17ê Tîrmeha 2013an li Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de canê xwe ji dest dabû.