Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê û nêrînên HSD û Şamê

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê niha mijûlî pêkanîna agirbest û rêkeftina 30ê Kanûna Paşîn in.

Her du alî piştî şerekî xwînrêj, bi şandeyeke hevpar beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bûn.

Şandeya HSD û Şamê li konferansê hem bi hev re û hem jî cuda bi şandeyên welatan re civiyan.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê got ku ew hemû wekî "Sûriyeyî" çûne Munîhê.

"Kurd daxwaza federaliyê nakin"

Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê li Munîhê ji Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esed Şeybanî pirsî bê ma Kurd xweseriyê dixwazin an na.

Şeybanî di bersivê de got:

"Daxwazeke wan a wiha çênebûye lê baweriya me bi Sûriyeyeke yekgirtî heye ku maf û ewlehiya hemû aliyan garantî bike, Kurd jî di nav de."

Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şer 16ê mehê biryarnameyek derxistibû.

Di biryarnameyê de Kurd wekî "beşeke bingehîn û resen a gelê Sûriyeyê" hatibûn pênasekirin.

Her wiha zimanê Kurdî wekî "zimanê niştimanî" hatibû nasandin û Newroz li seranserê welêt bûbû betlaneya fermî.

Nîqaşa li ser destûrê

Her çi qasî Ehmed Şer di biryarnameyê de hinek mafên Kurdan diyar kiribin jî daxwaza Kurdên Rojavayê Kurdistanê zêdetir e.

Kurd dixwazin mafên wan û Rêveberiya Xweser di destûrê de bên çespandin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê bersiva biryarnameyê da û got:

"Maf bi biryarnameyên demkî nayên parastin, divê di destûra mayînde de werin çespandin ku îradeya gel û hemû pêkhateyan nîşan bide."

Rêveberiya Xweser diyar kir, her biryarnameyek bi çi niyetê be bila be, eger nebe beşek ji destûreke giştgir ne garantiyeke rasteqîn e.

Mînaka Îraqê: Federalî yan Îtihadî?

Rewşa niha ya Sûriyeyê dişibe rewşa Îraqê ya piştî rûxîna Sedam Hisên.

Di destûra sala 2005an a Îraqê de li ser peyva "federalîzm"ê nîqaşeke mezin derketibû.

Kurdan wê demê li ser peyva "federalîzm"ê israr dikir lê aliyên Ereb ji dabeşbûnê ditirsiyan.

Di encamê de di destûra Îraqê de peyva "îtihadî" (yekgirtî) hat bikaranîn ku di Erebî de tê wateya yekîtiyê lê sîstema birêvebirinê wekî federal hat pênasekirin.

Nêçîrvan Barzanî: Zehmet e bibe wekî Herêma Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bersiv da pirsên Rûdawê.

Nêçîrvan Barzanî li ser modela birêvebiriyê got:

"Derfeta çareseriyê heye lê şêwaza wê divê ew li ser li hev bikin. Yanî aliyên Kurd, HSD, ENKS û Şam.

Eger pirs ew be ku 'Gelo tiştê li Herêma Kurdistanê heye, dikare li Sûriyeyê jî hebe?', ev zehmet e û ne hêsan e.

Cografyaya Sûriyeyê ne wisa ye. Pêkhate cuda ne, ne tenê Kurd, divê pêkhateyên din jî razî bibin."

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku divê Kurd bibin beşek ji pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê û got:

"Sûriye paytexta we ye, divê hûn vegerin Sûriyeyê û hewleke cidî bidin.

Divê pirsgirêk di çarçoveya Sûriyeya yekgirtî de werin çareserkirin."

Mezlûm Ebdî: Pirsgirêka wan bi têgehan re heye

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî piştî hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re daxuyanî da.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku pirsgirêka hikûmeta Sûriyeyê bi "nav û şêweya" desthilata Kurdan re heye û got:

"Nav çi be bila bibe, ya girîng ew e ku bi her awayî be Kurd herêma xwe bi rê ve bibin."

General spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û got, hemû welat dixwazin ku Kurd bibin xwedî maf û karibin herêma xwe bi rê ve bibin.