Li Rojavayê Kurdistanê demsala duyem a xwendinê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li gelek bajar û bajarokan demsala duyem a xwendinê dest pê kiriye.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê da zanîn ku ji îro ve li dibistanên van herêman demsala duyem bi awayekî fermî dest pê kiriye:

Çil Axa

Tirbespiyê

Zirgan

Hisîça

Til Temir

Dirbêsiyê

Serê Kaniyê

Gundewarê Qamişloyê

Gundewarê Dêrikê

Ji ber koçberiyê hatibû paşxistin

Demsala duyem a xwendinê divabû 25ê meha borî (Kanûna Paşîn) dest pê bikira.

Lê belê ji ber rewşa ewlehiyê û ji ber ku hejmareke zêde ya koçberan li dibistanan bi cih bûbûn, ev demsal hatibû paşxistin.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser, ji ber êrişên dawî yên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser herêmên wan, zêdetirî 200 hezar kes koçber bûne.