Li Mêrdînê termê karkerekî şaredariyê hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li cihê kar mirî hat dîtin.
Îro demjimêrên sibehê karkerên Îdareya Av û Avrêjan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dema li Qoserê çûn ser kar, li cihê kar karkerê bi navê Aşkin G. yê 29 salî mirî dît.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî lêkolîna li cihê bûyerê tîmên tenduristiyê termê Aşkin G. ji bo otopsiyê û tesbîtkirina sedema mirinê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.