Rê nehat dayîn ku malbatên DAIŞiyan ji Sûriyeyê derkevin
Hewlêr (Rûdaw) - Komeke ji 11 malbatên Awistralyayî ku pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, neçar man vegerin Kampa Rojê ya li Rojavayê Kurdistanê.
Desthilata Şamê rê neda wan malbatan ku derbasî Libnanê bibin da ku ji wir vegerin welatê xwe.
Çavkaniyên ji nav kampê ji Rûdawê re piştrast kir ku ew kom ji 24 kesan pêk tê.
Tevî ku pasaportên Awistralyayê ji wan re hatibûn derxistin jî ew piştî derketina ji Kampa Rojê niha careke din vedigerin.
Hîn jî ne diyar e bê çima desthilata Sûriyeyê ya li Şamê rê li ber wan malbatan girtiye.
"Em xelkê venagerînin"
Li aliyê din, Hikûmeta Awistralyayê helwesta xwe ducare kir û ragihand ku ew "xelkê ji Sûriyeyê venagerînin û dê venegerînin."
Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin:
"Dezgehên me yên ewlehiyê çavdêriya rewşa Sûriyeyê dikin û dê berdewam bikin, da ku piştrast bin ji bo her Awistralyayî ku bixwaze vegere amade ne."
Hikûmetê her wiha hişyarî da û got:
"Divê ev kes zanibin, eger wan sûc kiribe û vegerin Awistralyayê, ew dê bi cezayên giran re rûbirû bibin.
Ewlehiya Awistralyayiyan û parastina berjewendiyên neteweyî yên Awistralyayê karê me yê sereke ye."
Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê heta niha li ser mijarê ti daxuyanî nedaye.
2022yan cara ewil 4 jin û 13 zarokên Awistralyayî ji Kampa Rojê hatibûn derxistin û vegeriyabûn welatê xwe.
Heta par jî zêdetirî 30 Awistralyayî li kampê mabûn û dixwestin vegerin.
Rewşa Kampa Rojê
Zêdetirî 2 hezaran jin û zarokên ku têkiliya wan bi DAIŞê re heye, li Kampa Rojê dimînin.
Kamp ji aliyê desthilata Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin û paşeroja şêniyên kampê ne diyar e.
Kampa Rojê li parêzgeha Hisîçayê ye û girtîgeha dawî ye ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Kampa Holê ya li nêzîkî wê derê, piştî ku HSDyê ji ber zextên Şamê ji hinek deverên parêzgehê vekişiya, meha borî ketibû bin kontrola dewleta Sûriyeyê.
Gelek şêniyên Kampa Rojê dibêjin ku ew dixwazin vegerin welatên xwe lê rayedarên Kurd didin zanîn ku hîn ti peymaneke fermî nehatiye kirin.
Çarenivîsa malbatên DAIŞiyan ên li Rojavayê Kurdistanê bi salan e nehatiye çareserkirin, çimkî gelek welat ji ber sedemên yasayî, ewlehî û siyasî naxwazin welatiyên xwe wergirin.