Gorranê peyam da PKKê û PDKê: Şerê navxweyî ne çareserî ye

Silêmanî (Rûdaw) – Tevgera Gorranê li ser bûyerên Şingalê danezanek belav kir.

 

Civata Giştî ya Gorran îro piştî civîna xwe li ser bûyerên Şingalê, daxuyaniyek da.

 

Gorran di daxuyaniyê de bal kişandiye ser heyama hesas a ku Herêma Kurdistanê jê derbas dibe û gotiye: “Di vê dema ku Başûrê Kurdistanê ji qonaxeke hestiyar û tirsnak derbas dibe, herêm di nav şerekî giran û aloziyeke pir metirsîdar de maye. Li Iraq û Sûriyê hêzên welatên cûr bi cûr li dijî hev şer dikin.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Başûrê Kurdistanê ji ber qeyranên siyasî, aborî û rêveberiyê dinale. Encamên operasyonên Mûsilê jî hêdî hêdî derdikevin holê. Şingal jî, ji deverên nakokî ye û dagirkerên Kurdistanê çav pê xistine. Hêj di derbarê wê derê de biryar nehatiye dayîn. Tirkiye bi awayekî aşkera, li ber çavê hemû cîhanê, sînorên Başûrê Kurdistanê derbas dike û hêza xwe li Qendîlê dicivîne.”


Li ser aloziya navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wiha hatiye gotin: “Ji bo çareseriyê, zimanê diyalogê divê were bikaranîn. Şerê navxweyî, ne çareserî ye.Tenê mala kurdan dê bişewitîne.  Ji ber vê yekê ji aliyan û ji gelê xwe û herwiha ji partiyan dixwazin ku dengê xwe bilind bikin  û bi rêyên cuda ên demokratîk, li hember şerê navxweyî bibin asteng.”