Ji Serokê HUDA-PARê peyama Helebceyê: Bila her kes bizane dawiya zaliman çi dibe

16-03-2019
RÛDAW
Nîşan Helebce Komkujî HUDA-PAR Îshak Saglam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Îshak Saglam komkujiya Helebceyê bi bîr anî û ragihand, ku bila her kes bizane dawiya zaliman çi dibe û ew hêvî dike ku herkes ders jê werbigire.

 

Serokê giştî yê Îshak Saglam bi boneya salvegera Komkujiya Helebceyê li ser hesabê xwe yê twiterê peyamek belav kir û kîmyabarana Helebcê wek “rojeke bi êş û elem” bi nav kir.


Îshak Saglam di peyama xwe de wiha got: “Em di salvegera  komkujiya Helebceyê ku li ser erdnigarîya me pêk hat û rojeke bi êş û elem e de temamê mezlûman yad dikin ku ez bi vê wesîlê hêvî dikim ku divê em li dawiya zaliman temaşe bikin û jê ders bigirin. Bi zilmê tu kes nagihije ti derî.


Îro 16ê Adarê, 31emîn salvegera komkijî û êrişa kîmyawî li ser bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê ye. Di vê rojê de li Helebeceya Başûrê Kurdistanê rejîma Sedam Husên, bi bombeyên kîmyawî, di nav çend xulekan de zêdeyî ji 5000 kesan şehîd kirin ku piraniya qurbaniyan zarok û jin û pîr bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst