EFRÎN - Erebên hawirde êrişî ciwanekî Kurd kir

16-03-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Erebên Hawirde Êriş Rodî Mihemed Çeqel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê Erebên hawirde êrişî ciwanekî Kurd kir.

Li gorî agahiyan, hinek Erebên hawirde li nêzîkî Newxweşxaneya Efrînê bi kêran êrişî ciwanê Kurd Rodî Mihemed Çeqel ê 16 salî kir.

Rodî Mihemed Çeqelê ji nahiyaya Cindirêsê, di encama êrişê de birîndar bû.

Piştî bûyerê hinek kesên ku li wê derê bûn, Rodî Mihemed Çeqel veguhast nexweşxaneyê.

Kesên ku êrişî Rodî Mihemed Çeqel kiribûn, heta niha nehatine girtin.

Ev ne cara yekemîn e zarok û ciwanên Kurd rastî êrişên Erebên hawirde tên.

Berê çend rojan li nahiyeya Cindirêsê ya Efrînê Erebekî hawirde zarokê Kurd ê bi navê Ehmed Xalidê 16 salî kuştibû û paşê jî cenazeyê wî avêtibû bîrê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst