Alî Babacan li Amedê axivî: Divê zimanê dayîkê were naskirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan tevlî fitara rêxistina partiya xwe ya Amedê bû.

Babacan di axaftina xwe de şehîdên Komkujiya Helebceyê bi bîr anîn.

Serokê Giştî yê DEVAyê da zanîn ku ew piştgiriyê didin "pêvajoya aştiyê" û got, "Piştî ku pêvajoya aştiyê gihîşt armanca xwe, divê dor were ser pêvajoya çareseriyê."

Alî Babacan di bernameyê de li ser Pirsgirêka Kurdan, krîza aborî û şerê Îran-Amerîka-Îsraîlê axivî.

“Em ê êşên Helebceyê ji bîr nekin”

Babacan bi bîranîna şehîdên Komkujiya Helebceyê dest bi axaftina xwe kir û got:

"Îro 16ê Adarê ye... Beriya niha bi tam 38 salan li Helebceyê komkujiyek çêbû.

Ez wan kesên ku di wê komkujiyê de mirine bi rehmet bi bîr tînim. Em dê van êşan her tim di bîra xwe de bigirin da ku ew kesên dixwazin sûcên li dijî mirovahiyê bikin di wijdanê civakê de werin mehkûmkirin."

Babacan her wiha hêvî kir ku Cejna Newrozê ya şemiyê bibe wesîleya yekîtî û aştiyê.

“Îhtimal ji sedî 5 be jî em piştgiriyê didin aştiyê”

Alî Babacan bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û got:

"Me gotibû eger îhtimala serkeftinê ji sedî 5 be jî em dê piştgiriyê bidin vê îhtimalê.

Piştî ku pêvajoya aştiyê gihîşt armanca xwe, divê dor were ser pêvajoya çareseriyê.

Divê xebatên derbarê mafên demokratîk de bêyî derengketinê dest pê bikin.

Aşitiya mayînde ne tenê bi bêdengkirina çekan, bi edalet, dewleta hiqûqê û parastina mafên bingehîn pêkan e."

Serokê DEVAyê tekezî li ser welatîbûna wekhev kir û daxuyand ku divê sepandina qeyûman biqede û zimanê dayîkê were naskirin.

“Desthilatdariyê welatî di xizaniyê de wekhev kirin”

Babacan bal kişand ser krîza aborî eşkerek kir ku xelk êdî di danîna sifreya fitarê de jî zehmetiyê dikşîne.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê wiha domand:

"Desthilatdariyê tiştên ku divabû di mijara welatîbûna wekhev de bikira nekir lê wê

î welatî di nav xizaniyê de wekhev kirin.

Zelal Xanima li Amedê û Şîvan Begê li Şirnexê jî heman tengasiya debara jiyanê dikşînin. Ciwan bêkar in û kirê gelekî bilind in."

“Mûşeka sêyem a ber bi Tirkiyeyê ve hatibû îmhakirin”

Alî Babacan bal kişand ser şerê herêmê û hişyarî da ku metirsiyên li ser Tirkiyeyê zêde dibin û got:

"Êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ne.

Êrişên Îranê yên li dijî welatên herêmê jî nayên qebûlkirin.

Beriya çend rojan mûşeka sêyem a balîstîk a ku ber bi Tirkiyeyeyê ve hatibû berdan dîsa li hewayê hat îmhakirin.

Ev tablo nîşan dide ku krîz êdî ji me ne dûr e. Pêdiviya Tirkiyeyê bi dîplomasî, hişmendî û hiqûqê heye, ne bi macerayan.

Divê Tirkiye ne li kêleka zordestiyê, li kêleka hiqûqê be.”